Îran bo Tirkiyeyê: Em ji ber êrîşên komên çekdar bo ser welatiyên sivîl ên Sûriyeyê nîgeran in

Ebas Êraqçî û Hakan Fîdan
Ebas Êraqçî û Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê daxwaza parastina pêkhateyên Sûriyeyê û xasma jî Şîe û elewiyên wî welatî dike.

Ajansa ISNAyê ya nûçeyan ragehand, “Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî di danûstandinekê de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re ragehand ku elatê wî piştevaniya yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê dike.”

Li dû eynî çavkaniyê, Êraqçî tekez li ser pêkanîna hikûmeteke tevgir û berfireh a Sûriyeyî bi tevlîbûna hemî aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî kiriye.

Ajansa ISNAyê amaje jî daye, Êraqçî di derheqa êrîşên komên çekdar li ser xelkê sivîl ê wan deverên ku şêniyên wan Şîe û Elewî ne de, nîgeraniya welatê xwe diyar kir û daxwaz kir ku mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.

Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir di ragehandinekê de amaje dabû, “Divê komên çekdar bên jiçekkirin.”