Serokomarê Iraqê: Hikûmetê rê neda komên çekdar êrişî Amerîka û Îsraîlê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand, rawestandina êrişên komên çekdar li ser Amerîka û Îsraîlê, ji encama destêwerdana hikûmeta Iraqê bû.
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ji “Sky News” re got: “Êrîş û çalakiyên komên çekdar ên Iraqî, bi sedema destêwerdana rasterast a hikûmeta Iraqê rawestiyan."
Derbarê pêwendiyên Hewlêr û bexdayê de, Letîf Reşîd got: “Sedema pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de, nebûna yasaya petrol û gazê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsê, dixwazin di vê rûniştina parlamentoyê de yasaya petrol û gazê derbixin.”
Li ser rewşa Sûriyeyê jî, Serokomarê Iraqê got: Iraq ji rewşa Sûriyeyê û egera derketina komên terorîst li vî welatî nîgeran e. Bexda alîgirê çareserkirina pirsgirêkên di navbera HSD û rêveberiya nû de ye, ji ber ku HSD li Sûriyetê hêzeke mezin û bibandor e.