HSD: Li Bendava Tişrînê û derdora Minbicê 6 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, li Bendava Tişrînê û derdora Minbicê 6 çekdarên opozîsyonê kuştin û 2 zirîpoş jî rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 25ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan di 24 demjimêrên borî de bersivên êrîşên grûpên çekdaran ên ku Tirkiyeyê piştevaniya wan dike, dan û di encamê de, 6 çekdarên opozîsyonê li bendava Tişrînê, Minbic û pira Qereqozakê kuştine û 8 çekar jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, hêzên wan du zirîpoş û sîstema radarê ya çekdaran wêran kir.

Piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê meha borî de, şer û pevçûnên giran li derdora Minbic û Bendava Tişrînê di navbera grûpên çekdar û hêzên Sûriyeya Demokratîk de derdikevin.