Hollanda: Em li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, bi berpirsên Wezareta Derve ya Hollandayê re civiya.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî îro 25ê Çile, bi serokatiya şandekê re serdana Wezareta Derve ya Hollandayê kir û bi Rêvebera Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Giusse Korthals Altes û herwiha berpirsê beşa Iraqê li Wezareta Derve re civiya.

Di hevdîtinê de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dawîn pêşhatên li Kurdistan, Iraq û navçeyê, siyaset û nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.

Herwiha amaje bi wê yekê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel vegerandina aramî û asayişa navçeyê ye.

Herwiha pirsa Sûriye û rola Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî, bi mebesta garantîkirina mafê gelê Kurd li Sûriyeyê û pêkhateyên din ên wî welatî, di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de, Nûnerê Hikûmeta Herêmê bi hûrî behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hewldanên Hikûmeta Herêmê ji bo çareserkirina kêşeya mûçe û hinardekirina petrola Kurdistanê û madeya 140 a destûra Iraqê kir.

Ji aliyê xwe ve, Giusse Cortehals Altes hewldanên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina aramî û asayişê, nêzîkkirina aliyên Kurdî bilind nirxand. Tekez kir jî, Hollanda di piştgiriya Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞ û çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de û herwiha di warên taybet bi aboriyê de berdewam dibe.