Li Zaxoyê Pêşmergeyek birîndar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Zaxoyê dema Pêşmergeyek diçû ser erkê xwe birîndar bû û heta niha nayê zanîn, ew ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve yan ji aliyê PKKê ve êriş li ser wî hatiye kirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Ew pêşmerge ku xelkê bajarê Dihokê ye, li bajarokê Batîfayê di rêya çûna li ser erkê xwe de bû, lê li gundê Zirêze di bombeyek pê de hat teqandin û di encamê de birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Zaxoyê tê dermankirin.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê Emîr Elî ji K24ê re ragihand, ew Pêşmerge ji pişta xwe birîndar bûye. Beriya ku wî rakin Nexweşxaneya Zaxoyê, li Nexweşxaneya Giştî ya Batîfayê hat dermankirin û saçmeyek ji piştê hat derxistin.”
Peyamnêrê K24ê got: “Heta niha ne diyar e, ew Pêşmerge ji aliyê kê ve êriş lê hatiye kirin, artêşa Tirkiyeyê yan çekdarên PKKê.”
Ev yek di demekê de ye, ji îro danê sibê ve li derdora gundê Dêmka yê Zaxoyê, şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de berdewam in.
Herwiha berî du rojan jî di encama êrişa çekdarên PKKê de, 2 Pêşmerge şehîd bûn û pêşmergeyek jî birîndar bûbû.