Vegeriyana penaberên Sûriyeyî berdewam e

Diyarbekir (K24) - Piştî ku rejîma Esed li Suriyeyê hilweşiya, vegeriyana bi milyonan penaberên Suriyeyî ji Tirkiyeyê berdewam dike.

Penaberên Sûriyeyî yên li bajarên cuda cuda yên Tirkiyeyê keyfxweş in ku dawî li rejîma Esed hatiye û piraniya wan jî biryara vegerê daye.

Li deriyên sînorî yên li bajarê Hatay, Kîlîs û Rihayê ev çûyîn û hatin zêde bûye û heta niha zedetir ji 60 hezar welatiyên Sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê dijîn vegeriyane welatê xwe û ev veger berdewam dike.

Piştî 53 salan rejîma Esed li Suriyeyê hilweşiya ku rejîmê gelek mexdûriyet li dû xwe hişt, ji sala 2011ê ve jî ji ber şerê navxweyî ji 6 milyon kesan zêdetir ji Suriyeyê reviyan û piraniya wan jî berê xwe dan Tirkiyeyê.

Kesên ku ji ber şer ji Suriyeyê derketine û li Tirkiyeyê bi cih bûne jî niha li bendê ne ku li Suriyeyê rewş zelal bibe û li gorî şert û mercên nû dê biryara xwe bidin.