Bi hezaran awareyên bakurê kertê Xezzeyê vedigerin ser mal û halên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî xwevekêşana hêzên Israîlê ji korîdora Netsarîmê, bi hezaran awareyên Filistînî vegeriyan bakurê kertê Xezzeyê, herwesa tîmên ambûlansan û hawarhatinê ji bo pêşwazîkirina awareyên vegeriyayî li ser cadeya Reşîdê belav bûn.
Artêşa Israîlê û Wezareta Navxwe ya Xezzeyê ku girêdayî Hemasê ye ragehand, “Seet 07:00 ê sibeha îro (Duşem, 27.01.2025) her du aliyên cadeya Reşîdê li ber awareyan hatin vekirin.”
Artêşa Israîlê di derheqa livîna timbêlan de ragehand, “Piştî pişkinînê, em rêyê didin ku bi rêya Selahedînê li başûrê kertê Xezzeyê ber bi bakurê kertê Xezzeyê ve biçin.”
Artêşa Xezzeyê tekez jî kir, “Nêzîkbûna ji devera Deriyê Refehê û devera Fîladilfiya li başûrê kerê Xezzeyê qedexe ye.”
Artêşa Israîlê hêzên xwe ji para rojavayê bereyê Netsarîmê vekêşan, bi merema rêdanê bi vegeriyana welatiyên awarebûyî yên Xezzeyê ji bo ser mal û halên wan li bakurê kertê Xezzeyê.