Şeybanî pêşwaziyê li biryara YE ya rawestandina cezayên li ser Sûriyeyê bo salekê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şeybanî pêşwaziyê li pêngava erênî ya Yekîtiya Ewropî dike û dibêje, ew hêvîdar in ku ev biryar bandoreke erênî li ser hemû aliyên jiyana gelê Sûriyê bike.
Şeybanî îro 27ê Çile li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Em pêşwaziyê li pêngava erênî ya Yekîtiya Ewropî ji bo rawestandina cezayên li ser Sûriyeyê ji bo salekê dikin.” Tekez kir jî, ev gaveke erênî ye ku rê li ber rakirina cezayan vedike.
Herwiha got: “Em hêvîdar in ku ev biryar bandoreke erênî li ser hemû aliyên jiyana gelê Sûriyeyê bike û geşepêdana domdar misoger bike.”
Ev yek piştî wê tê, Berpirsa Siyaseta Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ragihand, wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropî îro li ser nexşerêya ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê yên ku di serdema Beşar Esed de hatibûn sepandin, lihev kirin.
Lê hin welatên endam li ser rakirina sizayan nerazî bûn û daxwaz ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê dikin ku gerentiyên berbiçav derbarê proseya veguhestina siyasî de bide.
Di vî warî de Kaja Kallas tekez kir, “Em dixwazin bilez tevbigerin, lê eger biryarên şaş ji aliyê Şamê ve bên girtin, dibe ku rakirina sizayan were paşxistin.”