Dijwar Fayiq: Hin rayedarên Iraqê bi aşkere dibêjin ku ew dixwazin pêşveçûnên Herêmê rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokê Hikûmetê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Dijwar Fayiq ragihand, sedema sereke ya çaresernekirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de siyasî ye. Piraniya rayedarên Iraqî baweriya xwe bi sîstema demokratîk û federal nînin.
Dijwar Fayiq îro 28ê Çile ji K24ê re got: “Hikûmeta Iraqê destûrê cîbicî nake. Ew dixwazin Iraqê bi sîstemeke navendî birêve bibin. Ew dixwazin hemû biryaran li Bexdayê bidin, ev jî berûvajî destûr û hevpariyê ye û sedema sereke ya çaresernekirina pirsgirêkan e, ji ber ku di destûrê de çareseriya van hemû pirsgirêkan heye.”
Got jî: “Desthilatdarên Bexdayê pabendî destûrê nabin, hinek ji wan bi eşkere gotine ku rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji ya Iraqê baştir e, lewma em dixwazin pêşiya we bigrin, yanî em bûdceyê ji we re naşînin.”
Dijwar Fayiq got, kêşeya Iraqê ne sîstema desthilatdarî û destûrî ye, kêşe destêwerdana derve û zîhniyeta desthilatdarên Bexdayê ye, ku baweriya wan bi destûr û hevpariyê nîne, bîr li navendî û dîktatoriya piraniyê dikin.