Sadî Pîre: PDK û YNK li ser parvekirina postan û pêkanîna kabîneya nû dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê YNKê dibêje, “Di çend rojên bê de lijneyên teknîkî yên PDK û YNKê dicivin û reşnivîsekê ji bo awayê xebitîna hevpar a aliyên siyasî amade dikin.”
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Pîre îro (Sêşem, 28.01.2025) behsa civîna PDK û YNKê û parvekirina postan di navbera aliyên siyasî de kir.
Sadî Pîre herwesa got, “Biryar e di çend rojên bê de lijneyên teknîkî yên PDK û YNKê bicivin, ku reşnivîsekê ji bo awayê xebitîna hevpar a aliyên siyasî û xasma her du partiyan amade bikin.”
Berdevkê YNKê amaje jî da, “Armanceke din a wê civînê gengeşekirina li ser parvekirina postan û danana kesên hejî li cihên hejî ye, herwesa nehêlana çi pirsên helawîstî ye.”