Neviyekî Ahmet Turk hat kuştin

Diyarbekir (K24) - Neviyekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji kar hatibû dûrxistin hat kuştin, nasnameya bikujî jî heta niha diyar nîne.

Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li Taxa Karaduvarê, di êrîşa çekdarî ya ku ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat kirin de, neviyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji kar hatibû dûrxistin Huseyîn Rêber Turk (29) jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, êrîş bi şevê li ser xaçerêya rêya D400 ya Bulvara Cûmhûriyetê pêk hatiye. Huseyîn Rêber Turk ji encama êrîşa çekî li cihê bûyerê bi giranî birîndar bûye û ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Turk li gel hemû mudaxeleyan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesek din jî digotin ku cenazeyê Rêber Turk bibin Mêrdînê.

Kesekî din jî, ku bi neviyê Ehmed Turk re bû, di wê rûdanê de birîndar bûye û ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Li dû zanyarên K24ê, hêzên ewlehiyê li ser wê rûdanê dest bi lêkolînan kiriye lê heta niha nasnameya bikujî û sedema teqekirinê diyar nînin.