Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî pêşkêşî hejmareke malbatên Kerkûkê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên madî û kelûpelên nav malê li ser hejmareke malbatên Kerkûkê parve dike. Berpirsê Tayê Kerkûkê yê wê dezgehê jî amajeyê dide ku, ji bo meha Remezanê jî pilaneke taybet amade kiriye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro (Çarşem, 29.01.2025) di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de alîkariyên madî û kelûpelên nav malê li ser hejmareke malbatên hejar ên bajarê Kerkûkê parve kirin.
Berpirsê Tayê Kerkûkê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rêbwar Mihyedîn ji Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo re ragehand, “Ji bilî wan alîkariyên me îro parve kirine, me pilan heye ji bo meha Remezanê jî çend rengên alîkariyan li ser malbatên hejar parve bikin.”
Rêbwar Mihyedîn eşkere jî kir, “Me ji bo meha Remezanê pilan ji bo çêkirina hejmareke xaniyan û pêşkêşkirina kelûpelên nav malê û çend pêdivîtiyên din ji bo malbatên hejar danaye, niha jî em mijûlî nivîsîna navên wan malbatan in.”
Navbirî amaje jî da, “Li meha Remezanê, em dê fitareyan jî pêşkêşî wan hemî malbatan bikin ên ku rojiyan digirin û rewşa wan a darayî baş nîne.” Herwesa got, “Remzan meheke pîroz e û em dixwazin di wê mehê de zêdetirîn welatiyên bajarê Kerkûkê feydeyî ji alîkariyên me webigirin.”