Bi tevlîbûna nûnerê Rojavayê Kurdistanê, Perlemana Ewropayê li ser rewşa Sûriyeyê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Perlemana Ewropayê bi tevlîbûna nûnerê Rojavayê Kurdistanê civînek li ser rewşa nû ya Sûriyeyê rêk xist û hemî ew mîkanîzm û rêkar gengeşe kirin ên ku, bi tevlîbûna tevaya pêkhateyan wan dibe ser rêya avakirina Sûriyeyê.

Peyamnêrê K24ê li Brûkselê Barzanî Hesen îro (Çarşem, 29.01.2025) got, “Koma Rînyo li nav Perlemana Ewropayê li Brûksela paytexta Belçîkayê hejmareke çalakvan û nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo civînekê li ser rewşa nû ya Sûriyeyê vexwandin.”

Barzanî Hesen eşkere jî kir, “Ebdilkerîm Omer wekî nûnerê Rojavayê Kurdistanê li Perlemana Ewropayê amade bû, gotarek jî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û wan derfetên hatine pêşberî Kurdan pêşkêş kir, xasma jî piştî civîna navbera Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji bo ku bi yek deng û yek dest Kurd li Rojavayê Kurdistanê biçin Şamê.”

Ebdilkerîm Omer li ser ihtîmala danûstandinên Kurdan bi îdareya nû ya Sûriyeyê re jî amaje da, “Li dûrî çavkên kamerayên rojnamevanan, di rojên borî de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Fermandarê Giştî yê Îdareya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera civiyan, û di wê civînê de biryar hatiye dan ku li paşerojê hejmareke lijne û komîteyan bê çêkirin ji bo ku bê zanîn Kurd çawa tevlî Hikûmeta Sûriyeyê ya bê dibe, herwesa hêzên Kurdî çawa bikarin tevlî çarçoveya artêşa nû ya Sûriyeyê de bibin.” Herwesa got, “Ew civîn erênî bû.”

Navbirî ron jî kir, “Civîna Mezlûm Ebdî û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) gelek erênî bû.” Di derheqa ihtîmala mana hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê de jî ragehand, “Pentagonê ragehandiye ku hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dimînin.”

Peyamnêrê K24ê li Brûkselê Barzanî Hesen eşkere jî kir, “Armanca civîna Perlemana Ewropayê li ser rewşa Sûriyeyê ew e ku bikarin careke din Sûriyeyê ava bikin, bi awayekî ku hemî pêkhate tevlî wê bibin.”

Barzanî Hesen herwesa got, “Li Perlemana Ewropayê tirseke zêde ji rewşa nû ya Sûriyeyê heye, xasma jî tirsa ji wan komên cîhadî yên Sûriyeyê yên ku nêzî Tirkiyeyê, lewma Perlemana Ewropayê dixwaze ew kom ji girjî û aloziyan bên dûrxistin.”

Piştî nehêlana Rijêma Esed, civîna yekê ya Perlemana Ewropayê li ser rewşa Sûriyeyê hat kirin, ku nûnerê Rojavayê Kurdistanê jî tevlî wê bû û gotarek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir.

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment