Ehmed Şera wek Serokê Qonaxa Veguhêz li Sûriyeyê hate destnîşankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Operasyonên Leşkerî li Sûriyeyê Ehmed Şora weke serokê welat ji bo qonaxa veguhêz destnîşan kir û destûra sala 2012an, parlamento, artêş û saziyên ewlehiyê hilweşandin.
Ehmed Şera duh 29ê Çile li Şamê bi amadebûna berpirsên grûpên çekdar gotarek pêşkêş kir û tê de got, serkeftina li Sûriyê bê rijandina xwînê û wêrankirinê bû.
Şera da zanîn, pêwîstiya Sûriyeyê bi avakirinê heye û weke wan çawa Sûriye ji Rêjîma Esed rizgar kir, divê kar li ser avakirina û pêşxistina welat bikin.
Herwiha diyar kir ku parastina aştiya sivîl, avakirina dezgehên dewletê, avakirina jêrxaneya aborî û vegerandina rola Sûriyeyê li ser asta navdewletî û herêmî ji xalên bingehîn in li cem wan.
Kesên beşdar Ehmed Şera weke serokê qonaxa veguhêz li Sûriyeyê destnîşan kir, bê ku behsa heyama wê qonaxê were kirin.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Operasyonên Eqîd Hesen Ebdulxenî da zanîn,got: “Serkeftina şoreşa Sûriyeyê ya mezin radigihînin û 8ê Berçile ji her salê weke rojeke niştimanî li welat radigihînin.”
Ebdulxenî ragihand, hemû grûpên çekdar ên beşdar xwe hilandên û dê di bin sîwana Wezareta Berevaniyê de kar bikin.
da zanîn jî, Partiya Beis a Erebî a Sosyalîst û partiyên Eniya Niştimanî ya Niştimanî û rêxistin û saziyên girêdayî wan hatin hiweşandin.
Herwiha ragihand, encûmena Gel (parlemento) û saziyên wê yên di dema rêjîma rûxandin de û artêşa Sûriyeyê hatin hilweşandin û dê artêşekê li ser bingeha niştimanî were avakirin.
Di 8.12.2024an de, komên çekdar ên Sûriyeyê ketin Şamê desthilatdariya malbata Esed a 53 salan bidawî kirin. Roja din jî Mihemed Beşîr ji bo avakirina hikûmetê ji bo birêvebirina qonaxa veguhêz hat erkdarkirin.