Li Washingtonê firokeyeke rêwiyan û helîkoptereke leşkerî li hev ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebiriya Asmanî ya Federal a Amerîkayê îro 30î Çile ragihand, firokeya rêwiyan a herêmî ya PSA Airlines, li nêzîkî firokxaneya Washingtonê ya Ronald Reagan, li asman li helîkoptereke leşkerî ket.
Senator Roger Marshall li ser platforma “X” nivîsî: firokeye ku nêzî 60 rêwî tê de bûn, ji Wichita ya Kansasê ber bi paytextê ve diçû, li helîkoptereke leşkerî ket.”
Ji aliyê xwe ve, artêşa Amerîkayê eşkere kir ku di helîkoptera Black Hawk a ku li firokeya rêwiyan ketiye de, 3 leşker hebûn.
Polîsê Washingtonê bi rêya platforma "X" piştrast kir, tîmên hawarhatinê çûne cihê ketina firokeyan li çemê Potomac.
Heya niha karên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, rayedaran jî hêjmara miriyan a fermî eşkere nekirine.
Lê Medya Amerîkî ragihand, 18 term ji çemê Potomac hatine derxistin.