Selwan Momîka li Stockholmê li mala xwe kuştî hate dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Selwan Momîka ku penaxwazekî Îraqî ye û gelek caran Qurana Pîroz şewitandibû, li mala xwe ya li taxa Swedertalia ya li başûrê Stockholmê kuştî hat dîtin.

Li gorî malpera Swêd24, şeva borî 29-01-2025an derdora demjimêr 23:00ê kesek derbasî mala Salwan Momika bû, gule li wî da û ew kuşt.

Momîka roja 28-6-2023an di yekemîn roja Cejna Qurbanê de, Qurana Pîroz li Stockholmê şewitandibû. Piştre, wî ev yek sê carên din dubare kir. 

Vê tevgerê Momîka li ser asta cîhana îslamî, erebî û heta ewropî rastî nerazîbûnê hatibû. Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê hat şewitandin û Iraqê balyozê xwe yê li Swêdê vekişand.

Navê Selwan Momîka, Sebah Metta Momika ye, ew di 23-06-1986an de li bajarokê Hemdaniyê (Qaraqûş) ku piraniya şêniyên wê Xirîstiyan in, li parêzgeha Nînewayê ji dayik bûbû. Piştî derketina DAIŞê di salên 2016 û 2017an de, wî grûpeke çekdar a bi navê grûpek bi navê “Ketîbeyên Bazên Sûryanî” û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûryanî ava kiribûn.

 
Fly Erbil Advertisment