Rojhilatê Kurdistanê.. tankereke sotemeniyê li hejmareke erebeyan da û qurbanî hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rûdaneke hatin û çûnê de li ser rêya navbera bajarê Îlamê û bajarê Mêhranê yên Rojhilatê Kurdistanê de, tankereke pirî sotemenî ji ber nemana stopê xwe li hejmareke erebeyan da û di encamê de 14 kes bûn qurbanî.
Ajansa Tesnîmê parve kiriye, ew rûdan li sêriyana Cundulayê di navbera tankereke veguhastina sotemeniyê û çend erebeyan de çê bû û di encamê de ew tanker wergeriya. Li dû amarên destpêkê, şofêrê wê tankerê û du swarên erebeyekê di cih de mirin û 11 welatiyên din jî birîndar bûn.
Li dû gotina Birêveberê Polîsên Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê Ebulfezil Kehzadî, ew rûdan ji ber nemana stopê wê tankerê bûye, wê xwe li pîkapekeke Nîsan û du erebeyên neferan ji cûnê Pride û Hundai da.
Birêveberê Polîsên Parêzgeha Îlamê amaje jî da, “Ji ber wergeriyana wê tankerê û jiberçûna sotemeniyê, agir berbû cihê wê rûdanê û lêkolîn jî berdewam in.”