Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 80 sêwiyên Silêmaniyê dilxweş dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigehîne ku, çalakiyek ji bo 80 zarokên sêwî yên bajarê Silêmaniyê rêk xistiye. Herwesa dibêje, “Du hezar û 500 zarok li bajarê Silêmaniyê feydeyî ji pirojeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî werdigirin.”
Berpirsa Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Sirwe Salih îro (În, 31.01.2025) ji K24ê re ragehand, “Me pêdivî dît ku çalakiyekê ji bo 80 zarokên sêwî yên bajarê Silêmaniyê rêk bixin û wan dilxweş bikin.” Herwesa got, “Ew çalakî li yaneya swarbûna li hespan hat kirin û paştir me diyarî pêşkêşî wan kirin.”
Sirwe Salih amaje jî da, “Her îro li yek ji molên Hewlêrê kinc ji bo tevaya wan zarokan tên dabînkirin û paştir em bi hev re şîvekê dixwen.” Herwesa got, “Li sinorê bajarê Silêmaniyê du hezar û 500 zarok feydeyî ji Pirojeya Ezîzan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî werdigirin.”
Hejmareke wan zarokan jî ji peyamnêrê K24ê re axivî û dilxweşiya xwe ji bo van çalakiyan diyar kir, herwesa spasiya nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî kir.