Rêveberiya Xweser: Saziyên hikumetê nikare erkên ewlehiyê bicih bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de diyar kir, li gel têkçûna saziyên fermî yên hikumetê, nikare erkên ewlehiyê bi cih bîne û ewlehiya navendên stratejîk li erdnîgariya Sûriyeyê dabîn bike.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de ragihand, “Em îro li welatê xwe Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî û hestiyar û sererastkirina şaştiyên berê yên ji serdema desthilatdariya rêjîma berê û hilweşandina binesaziya civakî û derxistina cûdahiyê di navbera gelê Sûriyê re derbas dibin. Ev wêranî bi zêdebûna şerên berdewam ên 14 salan re zêde bû û ji ber wê jî pêlên penaberî û koçberkirina bi darê zorê ên beşên mezin ji gelê Sûriyê, çêbû.”
Diyar kir jî “Bi milyonan gelê Sûriyeyê jî li derveyî dijîn û bi sed hezaran jî bi darê zorê li hundirê Sûriyeyê koçber bûne û nikarin vegerin cihên xwe yên resen. Şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên resen tevl î bi dehhezeran gelê Sûriyeyê di nava rewşên zehmet, kamp û navendên bicihkirinê yên demkî de dijîn. Mafê her kesî li Sûriyeyê heye ku vegere welatê xwe yê resen. Lê divê şert û mercên pêwîst ji bo vegera dildar û ewle ya wan kesan werin peydakirin.”
Rêveberiya Xweser dibêje: “Ji ber vê yekê jî em dibînin ku pêwîstî bi beşdarbûna rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar ji bo peydakirina vegera dildar û ewle ya hemû koçber û penaberên ji hundirê Sûriyê, heye.
Destnîşan kir jî, “Em di Rêveberiya Xweser de di wê baweriyê de ne ku ji ber berdewamiya şer li hin herêman û zêdebûna aloziyan li hin deveran, li Sûriyeyê dê aştî pêk neyê.”
Rêveberiya Xweser tekez kir, “Hikûmeta Şamê ji ber hilweşandina saziyên fermî yên hikûmetê, nikare erkên ewlekarî, garantiya ewlehiya saziyên jiyanî û nuqteyên nakokiyê li ser erdnîgariya hemû xaka Sûriyeyê bi tena xwe pêk bîne.
Herwiha got: “Em dibînin ku pêwîst e şandeyeke çavdêrên navneteweyî ku di Nîsana 2012`an de bi biryara Encûmena Ewlekariyê ji bo Sûriyeyê hatibû damezrandin û xalên nakokiyê yên heyî li Sûriyê bixe bin çavdêriya xwe de di nav de Bendava Tişrînê. Ew jî ji bo garantiya rawestandina şer û pêkanîna aştiyê her wiha peydakirina vegera ewle ya koçber û penaberên sûrî ji herêmên wan ên resen re û bi koordîneya hêzên herêmî re.”