Qamişlo.. Daxwaza nûkirina belgenameya sala 1932an tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo konfiransek derbarê çarenivîsa kurdan di Sûriyeya nû de hat lidarxistin. Kesên beşdar daxwaz kirin, belgenameya sala 1932 ku rêveberiyeke xweser ji bo kurd û mesîhiyan tê de dihat xwastin, bê nûkirin û kurd li ser bingeha wê belgenameyê daxwaza mafên xwe bikin.

Li bajarê Qamişlo konferansek berfireh derbarê siberoja Sûriyeyê bi amadebûna kesatiyên niştîmanî, rûsipiyên deverê û partiyên kurdî hat lidarxistin. 

Armanc ji vê konferansê pêşxistina belgenameya sala 1932 bû, ku ew belgename rêveberiyeke xweser ji bo kurd û mesîhiyan di dema desthilatdariya Frensî de li xwe digirt. Wê demê ew destpêşxerî ji aliyê Haco Axa, Mîr Memo Ibrahîm Paşa û Mîşêl Domê ve, ji Wezareta Derve ya Frensayê re hatibû pêşkêşkirin,.

Rêkxerê konferansê Zana Haco got: “Jê wê re digotin ‘Belgenameya Otonomiyê ya ji bo herêma Cirîzê’. Ev belgename bo desthilatdariya Fransî hat dayîn û di rêya wê re gihandin Komela Neteweyan, tê de dixwastin ku herêm were parastin û bigihin mafên xwe. Îro jî em dibînin ku deman eynî wê demê ye û dewleta Sûriyeyê ji nû ve tê avakirin û pêşeroj jî ne xuya ye.”

Aliyên beşdarê konferansî dibêjin, rewşa niha ya Sûriyeyê, mîna sala 1932an e û pêwîst e vê carê danpêdan bi mafên kurdan were kirin û kurd bibin xwedî rêveberiyeke xweser .

Dîroknas Faris Osman dibêje: “Di vê belgenameyê de, Kurd berî sed salî karibû daxwaza mafên xwe ji hikûmetên serdest yên wê demê bikin wek Fransa. Îro jî giringiyeke mezin heye ku em bikarin daxwazên xwe li ser wê belgenameyê ava bikin û di vê dema ku guhartin li Sûriyeyê çêdibin, em vê belgenameyê bigihînin desthilatdarên Sûriyeyê û Neteweyên Yekgirtî, ku çawa me berî nêzîkî 100 salî daxwaza mafên xwe kiriye. Îro em li vê yekê xwedî derkevin, dê baş be ji bo me.” 

Heta niha nayê zanîn şêweyê dewleta Sûriyeyê di paşerojê de dê çi be, Ehmed Şera weke Serokê Qunaxa Veguhêz hat desnîşankirin, wî jî soz da ku ewê kar li ser avakirina hikûmeteke piralî bi beşdariya tevahiya pêkhateyan bike. Şera sîstema federalîzm û dabeşkirina Sûriyeyê red dike, kurd jî ne di gel dabeşbûnê ne, beşek ji wan daxwaza sîstema nenavendiyê dikin û beşek jî federalîzmê. Hîn jî Şera di gel kurdan weke yek ji pêkhateyên Sûriyeyê rûneniştiye, lê çav li ragihandina yekhelwestiya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ye, da ku bi hev re bi yek şandê biçin Şamê.