Mezlûm Ebdî: Teqînên li Minbicê, yekitiya niştimanî dixe metirsiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî teqîna li bajarê Minbicê bi tundî şermezar kir û got: “Ev kiryarên tawankar, yekitiya niştimanî dixe metirsiyê û divê berpirsên wan hesab bidin.
Otomobîleke bombekirî îro li navenda bajarê Minbicê teqiya. Li gorî Berevaniya Şaristanî ya Sûriyeyê, di encama teqînê de, 15 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne.”
Di vê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Em teqînên ku bajarê Minbicê kirine armanc bi tundî şermezar dikin û hevxemiya xwe bi gelê wê re radigihînin.”
Mezlûm Ebdî herwiha got: “Ev kiryarên tawankar, yekitiya niştimanî dixe metirsiyê û divê berpirsên wan hesab bidin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir û dixwaza başbûnê ji birîndaran re xwast.
Her di vê derbarê de, Navenda Ragihandinê ya HSD’ê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “HSD teqîna terorî ya ku vê sibehê li bajarê Minbicê pêk hatibû, şermezar dike. Hêzên me teKez dikin ku danîna teqemaniyan, şerê navxweyî, teror, tevlihevî û fitne beşeke sereke ya kiryarên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ne.
Tekez kir jî: “Ev kiryar stratejiyeke sabit a wan koman e. Ew kom bi rêya kiryarên bi vî rengî dixwazin şêniyan bitirsînin û li ber xwepêşandanên wan ên li dijî rewşa xirab a li Minbicê û pirsgirêkên dizî, talankirin û destdirêjiyê ku dikin, bigirin.”
Herwiha got jî: “Hêzên me ezmûnên xwe yên lêkolîn û lêpirsînê pêşkêşî rêveberiya Şamê dikin, da ku aliyên rasteqîn ên sûcdar ên li pey van teqînan aşkera bikin, her wiha kesên hewl didin bêyî delîlan û bi tawanbarkirina hêzên me bi van sûcan, kiryarên xwe veşêrin, werin aşkerakirin.”