Şaxewan Ebdullah: Ti astengî li pêş hinardekirina petrola Kurdistanê nemane

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, di çend rojên bê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro 3ê Sibatê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ti astengiyên qanûnî li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nemane û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Li ser pirsa vegerandina zevî û milkên welatiyên Kurd ên li Kerkûkê, Şaxewan Ebdullah got: Duh vegerandina zevî û milkên welatiyên Kurd hat îmzekirin û diçe serokkomariyê, piştre dê biçe Wezareta Dadê ya Iraqê û tê belavkirin.
Her duh jî Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji me re got, îsal nabe weke sala par nabe û ezê piştgiriya şandên her du aliyan bikim."
Duh yekşemê 02.02.2025, parlamentoya Iraqê bi piraniya dengên endaman deng li ser sererastkirina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser tora civakî ya “X” peyamek parve kir û tê de got: “Em pêşwaziya dengdana Encûmena Nûnerên Îraqê li ser sererastkirina qanûna budceya federalî dikin.”