Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Petrola Kurdistanê bi rêya SOMO re tê hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya kompaniya SOMO re dê bê hinardekirin û niha hikûmeta federal amade ye petrolê werbigire.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî îro 3ê Sibatê ragihand, ew bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dest bi rêkarên hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya SOMO re kirine.
Da zanîn jî: “Me hevahengî bi hikûmeta Tirkiyeyê re kiriye, ji bo amadekirina boriya petrolê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de û gihandina petrolê bo bendera Ceyhanê.”
Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal aşkere kir, rêjeya ku rojane petrola Kurdistanê ji aliyê Wezareta Petrola Federal ve were wergirtin, ji 300 hezar bermîlan kêmtir nabe.
Duh yekşemê 02.02.2025, parlamentoya Iraqê bi piraniya dengên endaman deng li ser sererastkirina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dabû.