Swêd.. teqe li dibistanekê hat kirin û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Polîsên Swêdê amajeyê didin ku, teqe li dibistaneke bajarê Orîbroyê hatiye kirin. Herwesa dibêjin, “Operasyon ji bo lidûçûna wê rûdanê hatine destpêkirin û lêkolîn jî di vî warî de berdewam in.”
Polîsên Swêdê îro (Sêşem, 04.02.2025) ragehand, “Îro teqe li dibistaneke bajarê Oerîbroyê li naverasta Swêdê hat kirin û di encamê de çar kes birîndar bûn.”
Polîsnê Swêdê herwesa ron kir, “Çend deqîqeyekan piştî birîndarbûna wan her çar kesan, kesekî din jî birîndar bû.”
Polîsên Swêdê amaje nedaye rewşa birîndaran û astê birînên wan lê ragehandiye ku, piştî wê rûdanê bi lez gehiştine cihê wê rûdanê û dest bi operasyonên xwe kiriye, herwesa lêkolînên wan berdewam in û daxwaz ji welatiyan kiriye ji cihê wê rûdanê dûr bikevin.