Şûnwarnasên Kurdistanê ji hilkolana neqanûnî ya gundê Şenaxeyê nîgeran in

Navenda Nûçeyan (K24) - Sendîkaya Şûnwarnasên Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de nîgeraniya xwe ji hilkolana neqanûnî ya gundê Şenaxeyê yê devera Sergeranê li parêzgeha Kerkûkê diyar dike û dibêje, “Ew hilkolan li ser şûnwarên dêrîn û nasnameya dîrokî ya vê deverê gefeke cidî ye.”
Sendîkaya Şûnwarnasên Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 04.02.2025) di derheqa hilkolana gundê Şenaxeyê yê devera Sergeranê de ragehandinek parve kir û tê de got, “Em ji ber wê hilkolana neqanûnî ya gundê Şenaxeyê yê devera Sergeranê ya parêzgeha Kerkûkê nîgeran in.”
Sendîkaya navbirî amaje jî da, “Hejmareke hêzên Heşda Şebî ya Îraqê û çend kesên Îranî bi awayekî neqanûnî cihekî dêrîn hilkolaye, ev kar tenê binpêkirineke eşkere ya qanûna niştîmanî û navdewletî li ser parastina mîratê çandî nîne, belkî li ser şûnwarên dêrîn û nasnameya dîrokî ya vê deverê jî gefeke cidî ye.”
Her wê sendîkayê tekez jî kir ku ji bilî nehêlana pêkhateyên kevn û dizîna kelûpelên dîrokî, hilkolana neqanûnî dibe sedema windakirina zanyarên zanistî û binirx û nasnameyê. Bal kêşa ser wê yekê jî ku, hatina komên serbazî ji bo nav meydanên şûnwarî ewlehiya deverê û serxwebûna zanistî ya lêkolîna dîrokî dixe ber metirsiyê.
Sendîkaya Şûnwarnasên Herêma Kurdistanê daxwazê jî dike ku, rêkarên bilez û cidî ji bo rawestandina vê hilkolanê bên bicihanîn û lêkolînên qanûnî ji bo vê mijarê bên kirin, herwesa kesên berpirsyar jî ji bo desthilata dadwerî bên birêkirin. Sendîkaya Şûnwarnasan pêşniyar jî kiriye ku zêdetir çavdêrî li ser cihên kevn bê kirin, ji bo ku li paşerojê ew rengê wêrankariyan rû nede.