Ji verêja teqekirinê li dibistabeke Swêdê, nêzî 10 kesan hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Polîsên Swêdê amajeyê didin ku, teqe li dibistaneke bajarê Orîbroyê hatiye kirin. Herwesa dibêjin, “Ji verêja wê teqekirinê kuştî û birîndar hene.”
Birêveberê Polîsên Bajarê Orîbroyê yê Swêdê Roberto Ed Forest îro (Sêşem, 04.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de got ku, di verêja êrîşa li ser dibistaneke bajarê wan de nêzî 10 kesan hatine kuştin.
Roberto Ed Forest herwesa ragehand ku, wan zanyar nînin ka gelo wî teqekerî peywendî bi çi komeke çekdarî û çeteyî ve heye an na. Herwesa got, “Heta niha diyar nîne ka hejmara birîndarên wê êrîşê çend e.”
Herwesa kanala Tv4ê ya Swêdî jî ragehandiye, “Jiyê wî teqekerî 35 sal e û polîsan li wî bajarî bi ser mala wî de girtiye.” Wê kanalê ron jî kiriye, “Wî teqekerî destûriya hilgirtina çekî heye û pêştir jî çi tawan nekirine.”
Polîsên Swêdê îro (Sêşem, 04.02.2025) ragehand, “Îro teqe li dibistaneke bajarê Oerîbroyê li naverasta Swêdê hat kirin û di encamê de çar kes birîndar bûn.”
Polîsnê Swêdê herwesa ron kir, “Çend deqîqeyekan piştî birîndarbûna wan her çar kesan, kesekî din jî birîndar bû.”
Polîsên Swêdê amaje nedaye rewşa birîndaran û astê birînên wan lê ragehandiye ku, piştî wê rûdanê bi lez gehiştine cihê wê rûdanê û dest bi operasyonên xwe kiriye, herwesa lêkolînên wan berdewam in û daxwaz ji welatiyan kiriye ji cihê wê rûdanê dûr bikevin.