Rêbwar Hadî: Biryara Dadgeha Federalî neqanûnî ye

Rêbwar Hadî
Rêbwar Hadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Biryara Dadgeha Federalî ji bo rawestandina sê qanûnên Civata Nûnerên Îraqê bi xwezaya karê dadgehê re nagunce û arêşeyên qanûnî di wê biryarê de hene.”

Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê Rêbwar Hadî duhî (Sêşem, 04.02.2025) tevlî bernameya “Basî Roj”ê ya K24ê bû û tê de got, “Biryara Dadgeha Federalî qanûnî nîne, ji ber ku li dû peyrewê Navxwe yê dadgehê, divê ew qanûn bê bikaranîn heta dadgeh bikare biryarê li ser wê bide.”

Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Biryara Dadgeha Federalî ji bo rawestandina sê qanûnên Civata Nûnerên Îraqê bi xwezaya karê dadgehê re nagunce û arêşeyên qanûnî di wê biryarê de hene.”

Dadgeha Federalî ya Îraqê her duhî fermanek derxist û biryar li ser rawestandina bicihanîna qanûnên lêborîna giştî û rewşa kesatî û vegerandina milkan ji bo xwediyên wan da.