Civata Parêzgeha Kerkûkê: Biryara Dadgeha Federalî ji bo lihevkirin û hevpariya niştîmanî gurzek e

Civata Parêzgeha Kerkûkê
Civata Parêzgeha Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê biryara helawîstina qanûna lêborîna giştî ji aliyê Dadgeha Federalî ve wekî gurz û lêdana li lihevkirina siyasî û hevpariya niştîmanî binav dike, herwesa biryar jî daye ku dewama tevaya dezgehên fermî yên parêzgeha Kerkûkê bê boykotkirin.

Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz li dijî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê ragehandiye ku, ew li Civata Parêzgeha Kerkûkê û tevaya dezgehên giştî yên wê parêzgehê dewamê radiwestînin.

Mihemed Îbrahîm Hafiz herwesa got, “Ev pêngava me ji bo gehandina peyama nerazîbûnê li beranberî biryara Dadgeha Federalî ye, û di eynî demê de ji bo helwesta neteweyî ya serkirdeyên siyasî û parêzgehên din ên Îraqê piştevanî û hevsozî ye.”

Navbirî amaje jî da, “Ew biryara ku Dadgeha Federalî ji bo helawîstina qanûna lêborîna giştî derxistiye ji bo hevpariya niştîmanî û lihevkirin û hevfêmkirinên siyasî gurzek e, ku Hikûmeta Îraqê li ser wan tiştan hatiye damezrandin û bûye sedema seqamgirî û destkeftiyên niştîmanî.”

Di pareke din a peyama Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê de hatiye, “Destdanana li ser biryar û heza cemawerî dibe sedem ku em tekezê li ser helwesta hevgirtî ya Îraqê, parastina ewlehiyê û seqamgiriyê bikin.”

Civata Nûnerên Îraqê, piştî lihevkirina siyasî, li dawiyê li roja 21ê meha borî edilandina her sê qanûnên “rewşa kesî, lêborîna giştî, hilweşandina biryarên serkirdetiya Rijêma Beis” xistin ber dengdanê û pejirandin.

Her li ser wê biryara Dadgeha Federalî, Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê Rêbwar Hadî jî di bernameya “Basî Roj”ê ya K24ê de got, “Biryara Dadgeha Federalî ji bo rawestandina sê qanûnên Civata Nûnerên Îraqê bi xwezaya karê dadgehê re nagunce û arêşeyên qanûnî di wê biryarê de hene.”

Serokê Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Divê qanûn bên bikaranîn heta dadgeh bikare biryarê li ser wan bide, lê ew her sê qanûn ji nû ve hatine pejirandin û neçûne di warê bicihanînê de.”