Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser hejmareke teweran dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive û danûstandinan li ser hejmareke teweran dike.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 05.02.2025) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive û danûstandinan li ser hejmareke teweran dike.

Di civîna îro ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê de, danûstandin li ser hejmareke teweran tê kirin, wekî mûçeyên fermanberan, radestkirina dahata navxwe û pejirandina edilandina qanûna budceya giştî ya Îraqê.

Ev civîn di demekê de ye ku duhî (Sêşem, 04.02.2025), 958 milyar û 12 milyon û 332 hezar û 759 dînar wekî mafê darayî yê mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê yên meha Çileyê ya îsal, li ser hejmara Wezareta Darayî û Aborî li tayê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Îraqê hatin zêdekirin.

Civata Nûnerên Îraqê jî li roja Yekşemê, 02.02.2025, bi piraniya dengên endaman deng li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da.

Xerckirina mûçeyên meha Çileyê yên fermanberên Herêma Kurdistanê û edilandina qanûna budceyê û xasma jî wê madeya ku rêyê bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dide, ji verêja danûstandinên çend rojên borî yên Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Îraqê re bû ku li bajarê Bexdayê hatin kirin.