Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehişt Pêşangeha Mêdîkoyê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi sponsoriya dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê, ev ji bo cara yekê ye ku Pêşangeha Mêdîkoyê ya Tendirustiyê bi dirûşmê “Paşeroja tendirustiyê bibîne” li Hewlêrê bi rê ve diçe.
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, îro (Çarşem, 05.02.2025) mezintirîn pêşangeha navdewletî ya tendirustiyê li Hewlêrê hat vekirin.
Zêdetirî 150 kompaniyên navdewletî û navxweyî tevlî vê pêşangehê bûne. Ev pêşangeh ji bo dema çar rojan berdewam dibe, ku nûtirîn dahênan û derman û keresteyên pizişkî tê de tên berçavkirin. Li wê pêşangehê zêdetirî 100 derfetên karî jî tên peyda kirin.
Berpirsê Rêkxistinê yê Pêşangeha Mêdîkoyê ya Tendirustî Dr. Enes Hawar li roja Duşemê (27.01.2025) ji Malpera K24ê re ragehandibû, “Mêdîko li Kurdistan û Îraqê yekemîn û mezintirîn pêşangeha navdewletî ya tendirustî ye, ku bi sponsoriya dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê li Hewlêrê bi rê ve diçe.
Dr. Enes Hawar herwesa gotibû, “Ew pêşangeh bi dirûşmê “Paşeroja tendirustiyê bibîne” bi temamî pêşangeheke paşerojê ye û em bala xwe didin ser mijarên tendirustiyî, ji bo mînak rolê robotan di warê tendirustî û neştergeriyan de, herwesa ew pêşangeh li roja 05 heta 08ê Şibata 2025ê li Hewlêrê bi rê ve diçe.”
Navbirî amaje jî dabû, “Ji bo cara yekê li Îraq û Herêma Kurdistanê robot li wê pêşangehê tê berçavkirin, ku ew robot dikare te nas bike û danûstandinan bi te re bike. “AI”yeke gelek pêşkeftî di wî de heye, herwesa dikare bersiva pirsyarên te yên tendirustî jî bide, an jî nîşanên nexweşiya te ji te re bibêje û nexweşiya te destnîşan bike. Em gelek giringiyê didin Jîriya Bidestçêkirî (AI), ji bo ku nexweş li vê derê çareseriya nexweşiyên xwe bikin ne ku biçin welatekî din.”