Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Hesan tekezê li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê dike, û her du alî tekezê li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û danûstandinan li ser hin mijarên giring dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî nîvroya îro (Çarşem, 05.02.2025) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Mihemed Hesan kir.
Di ragehandineke Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye ku, Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de bi Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê re danûstandin li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û warên alîkariya navbera Neteweyên Yekgirtî û Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Her du aliyan di wê civînê de tekez li ser giringiya parastina seqamgiriya siyasî li Îraqê kiriye. Ji bo vê meremê jî, her du aliyan xurtkirina alîkariyên navbera Bexda û Hewlêrê û çarekirina arêşeyên navbera her du aliyan bi danûstandinan û hevfêmkirinê pêdivî dît.
Herwesa di derheqa danûstandinên aliyên serkeftî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li hev guhertin û li ser pêdivîtiya lezkirinê di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevnerîn bûn.
Di tewerekî din ê wê civînê de, rolê Neteweyên Yekgirtî û rêkxistinên mirovî û rewşa aware û penaberan jî keftin ber behs û xeberan, di vî warî de jî tekez li ser berdewamiya piştgiriya Neteweyên Yekgirtî ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de û alîkarî û hevahengiya berdewam a navbera wan hat kirin.