Gorekî bikom li Şingalê hat vekirin

Gorekî bikom li Şingalê hat vekirin
Gorekî bikom li Şingalê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Gorekî din ê bikom li Şingalê hat vekirin, ku rufatên 15 heta 20 kesan tê de ne.

Endamekî Nivîsîngeha Karûbarên Gorên Bikom a Îraqê ji Peyamnêrê K24ê Mahir Şingalî re ragehand, “Berî nîvroya îro (Çarşem, 05.02.2025) gorekî bikom li navenda Şingalê hat vekirin.”

Wî endamê Nivîsîngeha Karûbarên Gorên Bikom a Îraqê amaje jî da, “Rufatên 15 heta 20 kesan di wî gorê bikom de ne û karên wan dê ji bo dema heftiyekê berdewam bin, ew rufat paştir ji bo Bexdayê tên veguhastin ji bo ku pişkinîn li ser wan bên kirin.”

Piştî nemana desthilata terorsitî ya DAIŞê, 93 gorên bikom li sinorê Şingalê hatine dîtin û 53 ji wan hatine vekirin.

 
Fly Erbil Advertisment