Ehmed Şera ji bo Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê hat vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Amir Feyaz ragihand, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şare dê ji bo lûtkeya bê ya erebî ya li Bexdayê were vexwendin.

Amir Feyaz got: “Desthilatdarên Iraqê ne bi niyaz bûn Şera vexwînin, lê piştî ku civaka navdewletî derbarê wî de vekirî bûn, ew neçar in ku wî vexwînin û wek serokê nû yê Sûrîyeyê serederiyê pê re bikin.”

Da zanîn jî: “Hikûmeta Iraqê pêştir serokê dezgeha îstixbarata Iraqê şandibû ku li gel Ehmed Şera bicive, ji ber wê jî dê beşdarî civîna bilind a welatên erebî bibe.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê got jî: “Iraq bi fermî bi Şera re, tenê bi rêya mijarên ewlehiyê ve mijûl bûye, lê heta niha ti peywendiyeke dîplomatîk a fermî nekiriye.”