Du sal di ser erdheja 6ê Sibata 2023an re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du sal di ser erdheja 6ê Sibata 2023an re derbas dibin, ku tê de 53 hezar û 537 kesan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê canê xwe ji dest dan.

Roja 6ê Sibata 2023an li Mereşê 2 erdhejên wêranker bi hêza 7.7 û 7.6 çêbûn û ziyaneke mezin gihand gelek deverên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên din ên Tirkiye û Sûriyeyê.

Di erdheja ku bi tevî Mereşê, bandor li bajarên Hetay, Kinikan, Semsûr, Dîyarbekir, Riha, Entab, Kîlîs, Edene, Meletî û Xarpêtê jî bandor kiribû de, 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest dan, 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn. 

Herwiha zêdetir ji 5 hezar kesî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê canê xwe jidest dan. Li gorî amarên Odeya Operasyonan, li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve, zêdetir ji 1010 kesan canê xwe ji dest dan, 278 avahî bi temamî hilweşiyan, 1100 xanî ziyan dîtin û bi hezaran kes bê cih û war man.

Ji ber erdheja roja 6ê Sibatê, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.