Koçka Êlîzê: Macron daxwaz ji Ehmed Şera kir HSD tevlî qonaxa veguhêz bibe

Koçka Êlîzê
Koçka Êlîzê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Fransayê ragehand, “Emanuel Macron tekez li ser piştevaniya Fransayê ji bo HSDê û tevlîbûna di qonaxa veguhêz a Sûriyeyê de kiriye.”

Koçka Êlîzê îro (Pêncşem, 06.02.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Di danûstandinên navbera Serokê Fransayê Emanuel Macron û Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera de, Macron hêviya wê yekê kiriye ku piroseya damezrandina hikûmeta veguhêz bi xwesteka gelê Sûriyeyê re bigunce.”

Koçka Êlîzê herwesa eşkere jî kiriye, “Macrob tekez li ser berdewamiya şerê li dijî DAIŞê kiriye.” Amaje jî daye, “Macron tekez li ser piştevaniya Fransayê ji bo HSDê diyar kiriye û daxwaz ji Ehmed Şera kiriye ku HSD tevlî qonaxa veguhêz bibe.”

Serokê Fransayê Emanuel Macron duhî (Çarşem, 05.02.2025) di peywendiyeke tilefonî de pîrozbahiya Ehmed Şera kir, bi wê helkeftinê ku bûye Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz.

Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera jî spasiya peywendiya tilefonî ya Serokê Fransayê Emanuel Macron kir, tevî piştevaniyên gelê Fransayê ji bo xelkê Sûriyeyê di dema 14 salên borî de. Tekez jî kir ku, Sûriye li deverê û cîhanê dibe karaktereke çalak.