Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê: Me pirsa radestkirina Esed bi Rûsyayê re behs kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Sûriyeyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re danûstandinan li ser radestkirina Serokê Sûriyeyê yê berê dike.
Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Sûriyeyê Merhef Ebû Qesre îro (În, 07.02.2025) di çavpêkeftinekê de bi rojnameya Washington Postê ya Amerîkayî re ragehandiye, “Sûriye li beranberî Rûsyayê vekiriye, xasma eger Rûsya bixwaze bingehên xwe yên asmanî û deryayî li ser axa Sûriyeyê biparêze, an jî her lihevkirinekê bi Kremlinê re bike ku di berjewendiya Sûriyeyê de be.”
Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Sûriyeyê tekez jî kiriye, “Sûriye bingehên serbazî yên Tertûs û Himêmîmê ku serbazên Rûsyayî tê de binecih in dihêle, eger bizane mana wan feyde ji Sûriyeyê re heye.”
Ebu Qesre amaje jî daye, “Helwesta Rûsyayê li beranberî Hikûmeta Sûriyeyê ya nû baştir bûye.” Herwesa got, “Dema Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov serdana Şamê kir, pirsa radestkirina Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed pê re gengeşe kiriye.”
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov li roja Sêşemê, 28.01.2025, di çavpêkeftineke taybet a kanala RTê ya Rûsyayî de tekez kir ku, civîna wan a bi Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û berpirsên din ên wî welatî re erênî bû û warên siyasî, diplomasî, ewlehî û aborî vegirtibûn.
Bogdanov herwesa amaje dabû, ji berpirsyarên Sûriyeyê re gotiye ku ew rewş û pêşhatên welatê wan fêm dikin. Herwesa berpirsyarên Sûriyeyê jî ji wan re ragehandibû ku ew piştî meha Remezanê hikûmeta veguhêz pêk tînin.
Mikhail Bogdanov herwesa gotibû ku, spasiya desthilatdarên Sûriyeyê kiriye ku di vê qonaxê de rê neda çi welatî û dezgehên Rûsyayî li welatê wan rûbirûyî helwesteke nexwastî bibin.
Piştî nemana Rijêma Esed li Sûriyeyê, ew cara yekê bû ku şanda Rûsyayê serdana Sûriyeyê bike. Herwesa Rûsya dixwaze bingehên xwe li Laziqiye û Tertûsê bihêle.