HSD: 14 çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – HSD’ê ragihand, di 24 demjimêrên dawî de 14 çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û 16 çekdar jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 8ê Sibatê d daxuyaniyekê de ragihand, li eniyên cuda çalakiyên rewa yên hêzên wan li dijî êrişên Tirkiyeyê û grûpên çekdar berdewam in. Duh li eniya Dêr Hafirê çekdarek hat kuştin. 

Diyar kir jî, li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê di şer û pevçûnan de, 3 çekdar hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. 

Herwiha got: li Girê Qereqozaqê yê başûrê Kobanê 10 çekdar hatin kuştin, 3 leşkerên artêşa Tirkiyeyê û 14 çekdar birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn jî, firokeyên şer ên gundê Tîna bombebaran kir. Di encamê de zerarên madî li mal û milkên sivîlan bûn. Di heman demê de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Xeseq, Melha, Pira Qereqozaqê û Girê Sêvê yên li başûrê Kobanê hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zerarên madî çêbûn.