Ano Cewher: Divê milîs ji Deşta Neynewa vekişin û ji bo pêkhateyên deverê bê radestkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Berpirsê Yekeya Afrîqa û Rojhilata Navîn li Ofîsa Azadiya Olî ya Navdewletî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Ineke M. Stoneham, rewşa pêkhateyên olî û neteweyî li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, Ano Cewher tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya xwe ji bo bihêzkirina bingehên pêkvejiyana aştiyane û azadiyên olî li Herêma Kurdistanê û navçeyê de kir.

Ano Cewher diyar kir, Keldanî, Aşûrî, Suryan, Ermen û pêkhateyên din yên Hevpeymaniya Xiristiyan, daxwazên xwe di ji sê xalên sereke de destnîşan dikin: 

Divê milîs ji Deşta Neynewayê vekişin û derfet ji bo pêkhateyan bê dayîn, ji bo parastina deverên xwe bê dayîn di nav rêzên hêzên ewlekarî yên fermî de bêne hayînkirin

Yasaya hilbijartinên parlemanî û hikûmetên xwecihî li seranserê Iraqê bên sererastkirin, derbarê kotaya Kirîstiyanan û sînordarkirina dengdana Kirîstiyanan tenê ji bo Kirîstiyanan, ango tenê Kirîstiyanî bikarin dengê xwe bidin Kirîstiyanan. Ev jî ji bo wê yekê ye ku milîs careke din nikaribin nûnertiya parlemanê kontrol bikin, êdî îradeya siyasî ya Kirîstiyanan negirin.

Cîbicîkirina madeyên destûrî û bi taybetî madeya 140, ji bo dabînkirina çareseriyeke dawî ku garantiya parastina hebûna pêkhateyan bike.