Kurdistan24 diçe mala hevjîna Beşar Esed li Londonê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 wek yekemîn medyaya Kurdî û cîhanî ye ku li Londonê pêdaçûnê li ser mal û milkên Esma Esed dike û belgeyên tam li ser mala ku Esma Esed û dê û bavê wê lê dijîn eşkere dike. Sûrî dibêjin, divê samanên malbata Esed ji milet re werein vegerandin.

Kurdistan24 diçe nava mala hevjîna Beşar Esed li Londonê. Xanî li taxeke bêdeng û aram e û Esma Esed bi dê û bavê xwe re tê de dijiyan.

Kanalê dixwest bi cîranekî Esma Esed re biaxive, da ku derbarê wê de zanyariyên zêdetir bidest bixe, lê cîranê Esma Esed amade nebû ti zanyariyan li ser wê eşkere bike, tenê got: “Ev demek e hay me jê nîne ku ew li kû ye.”

Herwiha posteyê taxê ji Kurdistan24ê re got: “Ev demek e min ti post ji bo mala Esma Esed neaniye.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Londonê li ser vê yekê lêkolîn kir û serdana xaniyê wê kir û zanyarî bidest xistin ku xanî bi çendî hatiye kirîn, nirxê wî çend e û dema navkirina xanî kengî bûye. Herwiha kurtayiyek li ser çawaniya hevnasîna Beşar û Esma li Londonê radixe ber çavan. Herwiha diçe wê xwaringeha ku Esma û dê û bavê wê serdan wê dikirin.

Di encama lêkolîna Kurdistan24ê de diyar bû ku xanî di 12ê Tebaxa 2012an de bi navê dê û bavê Esma Esed hatiye kirîn, piştî zêdetirî salek ji şoreşa Sûriyê û bi 650 hezar Pound Sterling, yanî nêzîkî 750 hezar Dolar hatiye kirîn û niha nirxê wê nêzîkî milyonek û dused hezar Dolar e.