Dadgeha Urmiyê sizayê sêdaredanê ji bo ciwanekî Kurd derxist

Pejman Sultanî
Pejman Sultanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber kuştina endamekî hêzên ewlehiyê yên Îranê di dema xwenîşandanan de, tayê yekê yê Dadgeha Tawanan a Urmiyê sizayê sêdaredanê ji bo ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Bokanê yê Rojhilata Kurdistanê derxist, herwesa sizayê 10 heta 15 salên zindanîkirinê li ser du ciwanên din jî sepand.

Tora Hengawê ya Mafên Mirovan parve kiriye, “Ji ber tawana kuştina biqesd a yek ji endamên Besîcê di dema birêveçûna xwenîşandana seranserî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, sizayê sêdarenê ji aliyê tayê yekê yê Dadgeha Tawanên girêdayî ciwanên parêzgeha Urmiyê ve ji bo  Pejman Sultanî yê 32 salî, ku yek ji zindaniyên siyasî yên xwenîşandana Îlona 2022ê ya bajarê Bokanê bû, hat derxistin.”

Du tometbarên din jî, Rizgar Begzade Babamîrî yê 47 salî û Soran Qasimî yê 28 salî ku wekî Elî tê naskirin, dest di wê tawanê de hebûye. Her yek ji wan sizayên 10 sal û 15 salên zindanîkirinê jê re hatine birîn, lê kesekî din bi navê Kawe Salihî yê 42 salî bê tawan derket.

Pejman Sultanî li roja 15ê Nîsana 2023ê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin.