Li Necef û Bexdayê xwenîşandan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi dehan derçûyên kolîjên pizişkî li parêzgeha Necefê dest bi xwenîşandanê kir û daxwaza damezrandinê dikin.

Hejmareke zêde ya derçûyên kolîjên pizişkî îro (Duşem, 10.02.2025) li beranberî fermangeha tendirustiyê ya parêzgeha Necefê dest bi xwenîşandanê kir.

Li dû medyayên Îraqê, ew xwenşander daxwazê dikin ku damezrandina wan jî li ser budceya 2025ê bê zêdekirin.

Her îro li Bexdayê jî xwenîşandana xanenişînên serbazî hat kirin, ew xanenişîn daxwazê dikin ku mûçeyên wan bên zêdekirin ji ber ku têra pêdivîtiyên wan nakin, herwesa hikûmetê jî bi wê yekê tometbar dikin ku stem li wan kiriye.