Li 13 deverên Şirnexê 15 rojan qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li 13 deverên Şirnexê û navçeyên wê, wek heremên teybet hatin nîşandan û 15 rojan qedexe li wan hat ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê îro 10ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, 13 hêremên wek çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbarê, Dolê û Dêrîyê Zêr wek herêmên teybet hatin nîşandan û 15 rojan qedexê hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ev qedexe ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî hatiye ragihandin.