Hêmin Hewramî: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkiyan xwedî pêgeheke jeopolîtîk a stratejîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Polîtburoya PDKê diyar dike, Amerîkî rola Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê, şerê îstîxbaratî, hewandina koçber û penaberan, pêkvejiyanê, nêzîkkirina aliyên nakok û aramiya Rojhilata Navîn û çend mijarên din ve, girîng û stratejîk dibîne.
Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ji Washingtonê ji K24ê re got, di dema serdana wan bo Amerîkayê û hevdîtinên wan bi berpirsên hikûmetê û endamên Kongressê re, jê re diyar bûye ku nerînek hevbeş û erênî li ser Herêma Kurdistanê heye.
Hêmin Hewramî diyar kir jî, Komarî û Demokrat di Kongressê de dibînin ku Herêma Kurdistanê xwedî cihekî wê yê jeopolîtîkî yê stratejîk heye, bi taybetî bandora wê li ser şerê terorê, Sûriye û ragirtina hevsengiyê li Rojhilata Navîn.
Wî endamê Polîtburoya PDKê behsa wê yekê jî kir, armanca wan ji vê serdanê, gihandina peyama serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bo Amerîkîyan û gihandina peyama Serok Barzanî bo rêveberiya nû ya Serok Donald Trump e.
Hewramî got jî, ew pêşbînî dikin ku Herêma Kurdistanê di nav bûyer û pêşhatên Rojhilata Navîn de zêdetir rol bibîne. Herwiha got, di civînên ku wî li Washingtonê kirine de, Amerîkî tekezî li ser cih û bandora Herêma Kurdistanê li Sûriyeyê dikin, bi taybetî rola cenabê Serok Barzanî di nêzîkkirina herdu aliyên kurdî de.