Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan beşdarî paneleke dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan ya li Dubayê de beşdarî paneleke derbarê derbaskirina kêşeyan û jidestdana derfetan dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Sibatê demjimêr 10:00 bi dema Hewlêrê, beşdarî panelekê di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan Dubayê de dibe. Panel bi sernavê “derbaskirina kêşeyan û jidestdana derfetan” e û dê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Abdullah Lutah ve were birêvebirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, duhî bi serokatiya şandekê gihîşt bajarê Dubayê.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li rojên 11 heta 13ê vê mehê li bajarê Dubey bi rê ve diçe. Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”

Biryar e li perawîza vê lûtkeyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek hevdîtin bi serok, û berpirsên pilebilind ên hikûmetên beşdar re bike, bi mebesta pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatan, bi taybetî di warên aborî, sermayeguzarî, bazirganî û geşepêdanê de, ji bilî gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê.