Qubad Talebanî ji K24ê re: Pirsgirêka mûçeyê îsal namîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji K24ê re ragihand, beşdarbûna di konferans û lûtkeyan de bandoreke mezin li ser Herêma Kurdistanê dike. Bandora wan jî li ser biryarderên Herêma Kurdistanê heye.
Qubad Talebanî got, welat û sîstema hikumraniyê ber bi guhertinên bilez ve diçe, lewra em wek Herêma Kurdistanê hertim hewl didin ku rêveberiya xwe zelaltir û baştir bikin. Herweha divê em rûtînê kêm bikin û ber bi hukûmeta dîjîtal ve biçin, pirsgirêkên av, rê û binesaziyê çareser bikin.
Cîgirê Serokwezîr diyar kir, mijara ku herî zêde dema Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal girtiye, mijara mûçe ye. Li gorî peymanên ku me bi hikûmeta federal re kirine, dê pirsgirêka mûçe çareser bibe.
Got jî: “Me bersiva gelek pirsên hikûmeta federal daye û me hemû hincetên ku berî şandina mûçeyan hebûn çareser kirin, lewra ez geşbîn im ku pirsa mûçe bidawî bibe.”
Qubad Talebanî got jî: “Ez dibînin ku vê carê peymana me hevgirtî ye, mijara sererastkirina yasaya bûdceyê, bi taybetî ewa girêdayî petrolê, dê gav bi gav pirsgirêk çareser bibin.”