Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Cihnişînê Dubey û Cîgirê Serokwezîrê Îmaratê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Sibatê di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê de, bi Cihnişînê Dubey, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Îmaratê Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid re civiya.
Di hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Îmaratê kir, ji ber piştgirî û hevkariya wê ya berdewam.