Mesrûr Barzanî: Me nêrîna xwe ya ji bo paşeroja Kurdistanê eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, “Me di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, nêrîna xwe ya ji bo paşeroja Kurdistanê eşkere kir.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî beşdariya di panela “Derbaskirina kêşeyan û jidestdana firsendan” de, li hejmara xwe ya tora civakî “X” peyamek weşand û tê de nivîsî: “.Di #WGS25 de me nêrîna xwe ya ji bo paşeroja Kurdistanê parve kir: Çaksazî, geşepêdan û hikûmetek ku helwesta xwe wek organîzator û rêxweşker bo derfet û pêşkeftinê dizane.”
We’re in a transition, but not without direction.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 11, 2025
At #WGS25, I shared our vision for Kurdistan’s path forward: reform, development, and a government that knows its role, not as a barrier, but as a regulator and facilitator of growth and opportunity. pic.twitter.com/XAOKMXC8ls
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11.02.2025an di panelekê de kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna di lûtkeyê de nîşan da û got: “Ewlekarî û aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye, gelekî girîng e ji bo handana karsaz û veberhênerên biyanî ku werin veberhênanê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, duhî bi serokatiya şandekê gihîşt bajarê Dubayê.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li rojên 11 heta 13ê vê mehê li bajarê Dubey bi rê ve diçe. Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”
Biryar e li perawîza vê lûtkeyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek hevdîtin bi serok, û berpirsên pilebilind ên hikûmetên beşdar re bike, bi mebesta pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatan, bi taybetî di warên aborî, sermayeguzarî, bazirganî û geşepêdanê de, ji bilî gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê.