Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Tenduristiyê yê Îmaratê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Sibatê li Dubayê bi Wezîrê Tendirustî û Xweparastina Civakî yê Îmarata Erebî Ebdulrehman Bin Mihemed El-Aweys re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amade bû, her du alî li ser girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di warê tenduristiyê de hevnêrîn bûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, duhî bi serokatiya şandekê gihîşt bajarê Dubayê.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li rojên 11 heta 13ê vê mehê li bajarê Dubey bi rê ve diçe. Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”
Biryar e li perawîza vê lûtkeyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmarek hevdîtin bi serok, û berpirsên pilebilind ên hikûmetên beşdar re bike, bi mebesta pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatan, bi taybetî di warên aborî, sermayeguzarî, bazirganî û geşepêdanê de, ji bilî gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê.