Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Seroka Banka Ewropayî ya Avakirin û Pêşxistinê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Seroka Banka Ewropayî ya Avakirin û Pêşxistinê civiyan, û behsa giringiya pêşxistina hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Banka Ewropayî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 11.02.2025) di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey bi Seroka Banka Ewropayî ya Avakirin û Pêşxistinê Odile Reno Basso re civiya.
Di wê civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bûbû, tekez li ser giringiya pêşxistina hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Banka Ewropayî di warên weberhênan û enerjiya nûbûyî û bihêzkirina rolê kertê taybet di pêşxistina aborî de hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî (Duşem, 10.02.2025) bi serokatiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Îmaratê, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, ku li Dubey tê lidarxistin.
Ew şanda ku hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji van kesan pêk tê:
1. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
2. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî
3. Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah
4. Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan îro (Sêşem, 11.02.2025) dest pê kir û heta roja 13ê vê mehê berdewam dibe, ku li bajarê Dubey bi rê ve diçe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragehandiye, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”