Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Kwêtê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kwêtê civiyan û behsa bihêzkirina peywendiyên dualî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 11.02.2025) di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey bi Serokwezîrê Kwêtê Şêx Ehmed Ebdila Ehmed Sebah re civiya.

Di wê civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bûbû, Serokwezîrê Kwêtê silav û rêzên Mîrê Kwêtê Şêx Meşel Ehmed Cabir Sebah gehandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir.

Serokwezîrê Kwêtê herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kwêtê vexwand.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di wê civînê de amaje da giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî û berdewamkirina alîkarî û hevahengiyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kwêtê di warên cuda cuda de.

Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û dawî guhertin û pêşhatên deverê hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî (Duşem, 10.02.2025) bi serokatiya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Îmaratê, ji bo ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, ku li Dubey tê lidarxistin.

Ew şanda ku hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji van kesan pêk tê:

1.    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî

2.    Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî

3.    Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah

4.    Sikirtêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan îro (Sêşem, 11.02.2025) dest pê kir û heta roja 13ê vê mehê berdewam dibe, ku li bajarê Dubey bi rê ve diçe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragehandiye, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”